Li Berlînê dengdana ji bo tûra duyemîn dewam dike
Li paytexta Elmanya Berlînê tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê di roja 3’emîn de bi tevlîbûnek zêde didome.
Li paytexta Elmanya Berlînê tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê di roja 3’emîn de bi tevlîbûnek zêde didome.
Li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Berlînê ji danê sibehê ve dengdan dewam dike. Li ber konsolosxaneyê 16 sindoqên dengdanê hatine danîn û dem bi dem rêz çêdibin. Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk got ku tevlîbûn li gorî roja berê hîn zêdetir e.
Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêran kir ku ji bo şandina desthilatdariya AKP-MHP’ê werin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
Dengdan di navbera saet 08.00 û 22.00’an de tê kirin.
Kar û barên dengdayînê yên derveyî welêt, wê 24’ê Gulanê bi dawî bibin.